Celal Melekşa

Celal Rehîmîi Melekşan binavkirî bi celal melekşa (19 Hezîran, 1952 – 1ê Çiriya Pêşîn, 2020) helbestvan, nivîskar, rojnamevan, rexnegir, çalakvanê civakî-siyasî û endamê Komela Nivîskarên îranê bû. Wî dîploma xwe di edebiyata farisî de wergirtiye. Piştî wê, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî û girtinê nikarî xwendinê bidomîne. celal melekşa di temenekî kêm de bi armanc dest bi nivîsandinê dike. Pir zû karî ku mohra xwe di dahênan de li rûpela mêjûya edebên hevdem bide.wî Yek ji dengên herî navdar û bibandor di tevgera nûjenkirina helbesta Kurdî de li Rojhilatê Kurdistanê ye. Wî bi zimanê çîrokê helbesta kurdî ya nûjen û helbesta berxwedana Rojhilatê Kurdistanê derxist astek din. Ji xeynî helbesta di Çîrokê de, rojnamegerî, lêkolîn û wergerandina gelek berhemên girîng ên wî hene. Hin helbestên wî bi îngilîzî, fransî, rûsî, erebî, swêdî, farisî û …hatine wergerandin. Di helbesta Farisî de di bin bandora Nîmayûşîc, Mehdî Exewan Salis û Ehmedê şamlû bûye. Di destpêkê de, ew ji bo nivîsandina helbestên kurdî di bin bandora Ebdullah Goran, Letîf Helmet, Ebdullah Paşîw û şîrko BêKes de maye. Piştî demek dirêj, wî bi nexweşiyê re têkoşiya û di dawiyê de êvara 31 -ê Sermawez, 2020-an, ji ber girtina dil xatir ji vê dinyayê xwest. Ew li goristana gundê melekşanê ya bajarê Sineyê û li warê bav û kalên xwe hate veşartin.

Çalakiyên Melekşa

• Helbest û çîrok
Celal Melekşa di kêm de û di zaroktî û xortanîyê xwe de dest bi nivîsandinê dike. Li gorî gotina wî, wî helbesta xwe ya yekem dema ku di pola çaremîn a dibistana seretayî de bû nivîsiye . trajediya mirina keça cîranê wan ku ji ber nebûna bijîşk û dermankirinê dimire. Di destpêka xortaniya xwe de, di nivîsandina helbestê de girantir bû.di despêkê de jî ezmûa wî ya helbestî bi nivîsandina helbestê bi farisî ye. Nêrînên wî yên siyasî û bi giştî nivîs, çalakî û rexneya wêjeyî di bin tevgera çep a wê demê de bûn ku li komên rewşenbîr serdest bû tê avakirin û pêş dikeve. Di helbesta Farisî de di bin bandora Nîmayûşîc, Mehdî Exewan Salis û Ehmedê şamlû gelek serkeftin bi dest xistiye. Celal Melekşa di heman dema şoreşa îranê ya sala 1978an de dest bi nivîsandina bi zimanê zikmakî kir. Piştî çend salan wek helbestvan û nivîskarekî navdar ê Kurd bi nav û deng dibe. Di destpêka nivîsandinê de di bin bandora Ebdullah Goran, Letîf Helmet, Ebdullah Paşîw û şîrko BêKes dimîne. Siware îlxanîzade(kak siware), Fatih şêx ol Islamî(Çawe), Elî Hesenyanî(Hawar) sê damezrênerên helbesta nûjen a kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bûn. Li pey wan, nifşek nû dest bi nivîsandina helbestê kir.gelek kes bawer dikin ku Celal Melekşa stêrkek biriqandî ya nifşê nû bû ku ji bo xwe re tevgerek taybetî di helbestê de damezrand û gelek kesan bi dû wî ketin. Ger em behsa Nima bikin wekî yekem helbestvanê Farisî yê ku zimanê çîrokan bikar aniye. Celal Melekşa bi zimanê Çîrokan, helbesta nû ya Rojhilatê Kurdistanê ber bi qonaxek nû ve dibe. Hinekî, ew riya xwe ji helbestvanên din cudatir û rêyek nû li ber digire. Piraniya helbestên wî yan episodîk in an jî bi tevahî nîşanek çîrokê heye. Piştî şikestina şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, wî dev ji welat û neteweya xwe berneda û di raman û helbestên xwe de sê mijarên sereke ava kirin û jiyana xwe bi wan sê mijaran dimeşînemijara yekem civakî :yanî helbest ji bo wî ne daxwaz û xwesteka takekesî ye.mijara duyem netewî : Ew Ji kûrahiya dilê xwe pirsgirêka mezin li pêş miletê xwe hîs dike. Ji ber vê yekê, di helbestên xwe de, evîna welat û hewla rizgarkirina wê ji ya herî girîng û diyare.mijara sêyem mirovahî : divê helbest xwedî peyama azadî, aşîtî û edaletê be. Ji ber naveroka helbestên wî ku li dijî dîktatorî û dagirkeriya Rojhilatê Kurdistanê bûye wî bi dijwar û pir veşartî di sala 2004 -an de yekem pirtûka xwe ya helbestê bi nave”zirrey zincîrî wişe dîlekan” çap bike . Ew baş hate pêşwazî kirin û di nav hefteyekê de gihîşt çapa xweya duyemîn. Di 2014 de, pirtûkek bi navê berhevoka wî ya helbestê, ku tê de du beş ji helbesta kurdî û helbesta farisî hebûn, bi dizî hat weşandin û belav kirin Ew bi dîwana celal hate naskirin û navdar bû. Çapkirina vê pirtûkê ji ber kiwalîtiya kêm û rastnivîsa çewta wê qet ne bi dilê Celal bû. Ew ji ber belavkirina vê pirtûkê dîsa ji aliyê îstîxbarata îranê ve hat girtin û gelek astengî li dijî wî derxistin. Ew wek berê dev jê bernade, û vê carê wî berhema xwe ya duyem di bin çavdêriya xwe de weşand û pir baş hat pêşwazî kirin. Wî pêşî dest bi nivîsandina helbestan kir û di girtîgeha hikûmeta Pehlewî de jî dest bi nivîsandina çîrokan kir. Piraniya çîrokên wî di çapxaneyên navdar ên wê demê de hatine weşandin. Di 2013 de, pirtûkek bi navê Karê Sat, ku tê de 19 kurteçîrok hene, hate weşandin. Piraniya wan berê di Kovara Sarveh de hatibûn weşandin. Cureyê siyaset û alîkariya ji sembolîzmê û carinan jî surrealîzm ji taybetmendiyên pênûsa wî di çîrokên wî de têne zanîn. Gelek berhemên wî hene ku ji ber sansorê di hundirê Iranranê de li tu cihekî nehatine weşandin.

• Rojnamevanî
Di sala 1966 -an de, yekem helbestên wî di rojnameyên Omîdê Iran û Javanê de têne weşandin. Di heman salê de, helbestekî wî ya bi navê Bajarê Min di kovara ciwanan de hate weşandin Ew wekî helbesta yekem a kovarê ya vê mehê tê hilbijartin, û ew ezmûn yekem têkiliya wî bi rojnameyê re çêdike. Piştî wê, helbest, çîrok û wergerên wî yên ji Kurdî bo Farisî di rojname û kovarên navdar ên wê demê de hatin weşandin wek Kayhan, Firdewsî, kitabê com’e, îtila’atê Heftegî, Omîdê îran, Çista, Soxen û hwd hatin weşandin. Yekem hewla rojnamevanî ya Celal Malexha di destpêka sala 1986 -an de dest pê kir, Piştî vexwendina mamoste Hêmin ji bo hevkarî di rêveberiya Kovara Sirwe de dest pê kir. Ew nû ji girtîgehê derketibû diçe wimê û di kovara Sirwe û Sazî yê Selahedînê de dixebite û Wekî endamê koma nivîskarên wê kovarê û serokê beşa helbest û edebê û dibe berpirsê bersivdana nameyan. Mixabin, hevkariya di navbera wî û Mamoste Hêmin de dirêj nabe û piştî demekê, Mamoste Hêmin diçe dilovaniyê xwedê. Piştî wê, tirajediya Sirwe naqede. Celal Melekşa zêdetirî çar salan digel mamostyên mezin ên wekî Ehmed Qazî, Marf Axayî, Perwîz Cîhanî, Kerîm Qeyûmî, Farûq Kayxosrawî, Ezîz Kayxosrawî ku barê giran ê çapkirin û belavkirina kovara Sirwe û wan pirtûkên ku li Selahedîn dihatine weşandin ketin mile wan. Celal Melekşa bi rengekî ji Sirwe hez dike ku vê yekê li çend cîhan de dibêje:” Wê demê, min ji Sirweyê wekî perçeyekê cana xwe hez dikir. Ez bawer ku wê demê li Rojhilatê Kurdistanê, ew kovar bû cihê hêvî û daxwaza pirraniya helbestvan û nivîskarên kurd”. Ji ber têkiliya baş û berfireh a Celal Malexa bi helbestvan, nivîskar û nivîskarên perçeyên din ên Kurdistanê re qada Sirwe hem ji hêla xwendevan û hem jî ji hêla erdnîgarî ve zêde dibe li gorî gelek kesan, Kovara Sirwe di serdema Melekşa de di astekê bilind de xebitiye û xizmetekê mezin ji edebiyata zimanê kurdî re kiriye. Piştî Sirweyê, wî demekê dev ji rojnamevaniyê berdide heya sala 1999, ew hate vexwendin ku di beşê taybetî yê kurdî yê rojnameya cam cem de li parêzgeha wirmê kar bike. nêzîkî çil hejmarên wê bi tenê diweşîne tiştê ji destê wê tê dike ku ew bibe pirek di navbera hikûmeta Harim û xelkê Rojhilatê Kurdistanê de ku mîna piraniya çapameniya ku Celal tê de beşdar bû vê heftenameya taybetî çap bikin. Dewleta îranê careke din êrişî Celal dike û Vê carê ji rojhilat derdikeve û diçe başûrê Kurdistanê li wir jî bi gelek rojname û kovaran re hevkariyê dike. Wek Hewlêr, Aştî, Aso, Kurdistan û …Demek jî li Hewlêrê kovarek bi navê Pirşing derdixist ku demeke kurt dibe û tenê pênc hejmaran diweşîne. Ev gava wî ya dawî ye di rojnamevaniyê de.

• Wergêran
Celal Melekşa ji ber zanîna wî ya bi zimanên Kurdî û Farisî û ta radeyekê jî Erebî gelek karê wergerê kiriye. Di nav wergerên wî yên herî girîng de, em dikarin wergera helbestên helbestvanên wekî şêrko Bêkes, Ebdulah Peşêw, Letîf Helmat, cewher Kirman, hwd bi farisî dikare bê gotin. Her weha gelek çîrok ji Kurdî bo Farisî û berevajî wergerandiye. Ji bilî wergerê, çapkirî Çend romanên wergerê wî hene ku hê nehatine çapkirin.

• Çalakiyên din
Demekê li Enstîtuya Çandî ya Endîşe Ehmedê Xanî ya wirmêyê bi perwerdekirina helbestvan û nivîskarên ciwan ên kurd ve mijûl bû. Piştî ku ji wirmêyê vegeriya û li sineyê heta hetayê bi cih bû demekê li Saziya Zimanê Kurdî ya rajeyê mamostetiya zimanê Kurdî kir.